Agahdarî – Danûstandin – Piştgirî :Şêwirmendîya serbixwe li Bajarokê Oldenburg/Vechta: bibawerî, bêpere, bipiştgirî

Sazîya Kar ji were pirsgirêka derdixe? Hûn baş nizanin gelo mafê we ji bo Alikarî stendinê heye?Navenda Kar heqê we rast dihesibîne? Navenda Kar, ji ber ku Hûn Biyanî ne, naxwaze Alîkarîya we bike?

Em şewirmêndîyê bi were, li ser mafê we yê li cem Navenda Kar, Sazî ya Kar û Sazî ya Sosyal, dikin. Em serbixwene, em piştgirîya we dikin û hemû Agahîya bi bawerî bikartînin.

Em çi dikin:
Em ji Sazî û ji Navendên Kar re, Name yê we dinivsînin û wan raber dikin, şewirmendîyê derheqê pirsên  we yê li ser Perêbêkarîyê I(Arbeitslosengeld I) û Perêbêkarîyê II dikin, Wergirtina heqê Kirê, heqê Dibistana Zarokan, Kar, legerîna Kar, pêşxistina Meslekî û gelek Tiştên din

Em niha amadekarîyê dikin, da ku em Şewirmendîya xwe li Bajarokê Vechta jî pêşkêş bikin. Niha em di qonaxa  Avakirinê de ne û di demek nêzîk de emê Amade bin. Ji ber Kêmasîyan, Em lêborîna xwe dixwazin. Em Şewirmendîyê li Kolpinghaus li Lohne dikin û li gor pêwîstî û peyman girêdanê, li Cîhên din jî karê xwe pêşkêş dikin.